Serok Barzanî ji bo maça îro ji tîma Duhokê re serkeftin xwest

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi Parêzgarê Duhokê Elî Teter re pêwandî kir û û daxwaza serkeftinê ji bo Tîma Futbolê ya Duhokê xwest.
Elî Teter got, “Serok Barzanî pêwendî bi me kir û daxwaza serkeftinê ji bo yaneya Duhokê kir, daxwaz jî kir ku hemû şiyanên xwe bi kar bînin ji bo ku bi ser bikevin, dilê xelkê Kurdistan û Îraqê xweş bikin.”
Teter da zanîn ku Serok Barzanî jê re gotiye, ew bi xwe jî maçan temaşe dike û tekez kir, “Pêwendiya Serok Barzanî wekî merciyê gelê Kurdistanê ji bo bilindkirina morala lîstikvanên tîma Duhokê gelek girîng e û dilê wan gelek pê xweş bûye.”
Parêzgerê Duhokê hêvîya xwe serkeftinê ji bo maça îro anî ziman.
Duhok nêzî şampiyoniya Kendavê ye
Hêjayî gotinê ye, îro 8ê Nîsanê yariya (maça) dawî ya Lîga Şampiyonan a Kendavê di navbera tîma Duhokê û tîma Kadsiya ya Kuweytê de li Kuweytê tê lîstin. Piştî vê maçê hefteya bê jî li Duhokê herdu tîm ji bo fînalê derdikevin pêşberî hev û şampiyon diyar dibe.
Welatiyên Herêma Kurdistanê hêvî dikin tîma Kurdistanê bibe Şampiyonê Kendavê û kûpayê werîne Kurdistanê.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




