Zaxospor û Amedspor dê li Diyarbekirê bi hev re bilîzin

Zaxospor û Amedspor dê li Diyarbekirê bi hev re bilîzin

PeyamaKurd – Amedspor û Zaxospor dê maçeke dostaniyê bilîzin.

Zaxospora ku di Lîga Stêrkan a Iraqê de xwedî performanseke baş e û weke tîma herî serkeftî ya lîgê tê nasîn, demek berê daxwaza xwe ya lîstina maçeke dostane li gel Amedsporê bi rêya nûnerê Rûdaw TVyê Stembolê Rawîn Stêrk re par ve kiribûn. 

Danûstandinên ku bi navbeynkariya Rawîn Stêrk dihatin kirin, îro, 13ê Adara 2025an, bi encameke erênî bi dawî bûn. 

Her du tîman ji bo maçeke dostane li hev kir.

Tê payîn ku ev maça dostaniyê ku dê bi piştgiriya Rûdawê bê lîstin, li Stadyuma Diyarbekirê tê plankirin û (23.03.2025) saet di 20:00 de bê lîstin.

Bendewarî ew e ku bi hezaran alîgirên ji Herêma Kurdistanê ji bo temaşekirina vê maçê dê berê xwe bidin Diyarbekirê.

Amedspor di Lîga 1emîn a Trendyol a Tirkiyeyê de cih digire û xwediyê yek ji mezintirîn komên temaşevanan e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. 

Zaxospor jî di Lîga Stêrkan a Iraqê de tîma herî zêde ji aliyê temaşevanan ve tê piştgirîkirin.

Hat zanîn ku Agahî ku di saetên pêş de dê hûrgiliyên zêdetir ên vê maçê bêne eşkerekirin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.