Hizbullah ji lihevkirina Hemasê ya bi Îsraîlê nerazî ye!

Hizbullah ji lihevkirina Hemasê ya bi Îsraîlê nerazî ye!

PeyamaKurd – Piştî ku li ser agirbesta mayînde danûstandinên Hemas û Îsraîlê ji nû ve ketin rojevê Hizbullaha Lubnanê ku bi piştevaniya Îranê li aliyê bakur şerê Îsraîlê dikir, kete fikaran.

Herî dawî berpirsên Hemasê bi xwe jî piştrast kirin ku wan li ser plana agirbesta mayînde ya ji aliyê Washingtonê ve hatiye pêşniyarkirin, li hev kiriye û dê danûstandin heta bigihînin encamê berdewam bikin.

Hizbullah ji agirbesta bi Îsraîlê re bi fikar e

Li ser mijarê Rojnameya El Ereb raporek belav kiriye û tê de tê gotin, nîşaneyên lihevkirina Hemas û Îsraîlê zêde dibin û li hember vê jî Hizbullah bi fikar e.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Hizbullah ji lihevkirina bi navbeynkariya hêzên herêmî û amerîkiyan nerazî ye û ketiye fikaran ku were paşguhkirin û rûbirûyî şerê bi Îsraîlê re bimîne.

Li aliyê din jî Hemas ji ber piştevaniya wê ya ji destpêka şerê Xezeyê ve spasiya Hizbullahê dike û hewl dide bi awayekî nerasterast be jî Hizbullahê jî tevlî danûstandinên agirbestê bike.

Hizbullah ji derveyî proseya agirbestê dimîne

Tê gotin ku Hemas bersiva xwe ya bo Hizbullahê li ser pêşniyarên navbeynkarên misrî û qeterî dereng dixe û bi vî awayî jî Hizbullah ji derveyî proseya agirbestê dimîne.

Herwiha sazî û rêxistinên filistînî jî Hemasê tawanbar dikin ku berjewendiyên Hizbullahê di ser êş û giyanê filistiniyan re digire.

Piştî mehekê qebûlkirina plana agirbestê gelek pirs bi xwe re anîne

Hêjayî bibîrxistinê ye, hin aliyên piştgirên Hemasê ne dilxwaz in ku Hemasê plana agirbestê ya însiyatîfa serokê Amerîkayê Joe Biden qebûl kiriye ku ev yek jî piştî mehekê pêk hatiye û gelek pirs bi xwe re anîne.

Hizbullah ji bo li hember Îsraîlê tenê nemîne ketiye tevgerê

Çavdêrên ji proseya agirbestê agahdar dibêjin, Hizbullah bi tena serê xwe tevnagere û teqez bi erêkirina Îranê li Dohayê bi awayekî nepen bi Hemasê re dicive da ku agirbest pêk were û di şerê li dijî Îsraîlê de bi tenê nemîne.