Şam û Enqereyê li 6 xalan li hev kir: Ger operasyona asmanî dest pê bike…

Şam û Enqereyê li 6 xalan li hev kir: Ger operasyona asmanî dest pê bike…

PeyamaKurd - Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ku di sala 2011an de dest pê kiriye ve, cara yekem Wezîrên Berevaniya Sûriye û Tirkiyê li Moskowê lihev civiyan.

Li gorî analîstan ev hevdîtin; piştî ku “Her sê welatan rasterast armanca xwe ya tunekirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)” eşkere kir pêk hat. Ev pêngav piştî nîşaneyên nêzîkbûna Şam û Enqereyê hat avêtin ku, wê Kurdan rûbirûyî êşên nû bike.

Naverok û dema hevdîtinê balê dikişîne

Çarşema borî Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyê Elî Mehmud Ebas li Moskowê hevdîtinek pêk anîn.

Di daxuyaniya ku ji Moskowê hatiye dayîn de, bêyî ku nav bê dayîn, hatiye gotin ku di hevdîtinê de, ‘Ji bilî têkoşîna hevpar a dijî komên radîkal rê û rêbazên çareserkirina krîza Sûriyê û penaberan’ hatine gotûbêjkirin.

Li gorî analîstan, Rûsya, “li dijî şervanên Kurd ku dijminê hevpar ê herdu hevpeymanan e (Tirkiye-Sûriye), ji bo nêzîkbûna Şam û Enqereyê roleke kilît girtiye ser xwe.”

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Şamê Dr. Bessam Ebû Ebdullah, got ku “Ev hevdîtin têkildarî geşedanên plana operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê pêk hatiye û Moskow hewl dide vê bide rawestandin.”

Rejîm dixwaze Rojava bixe kontrola xwe

Tirkiyeyê ji 20ê Mijdarê ve operasyoneke asmanî li dijî HSDê dabû destpêkirin. Herwiha Erdogan jî bêyî ku dîroka wê bide gotibû ku ew dê operasyoneke nû ya bejahî bidin destpêkirin.

Li AFPê hevdîtinên dem bi dem bi Rêveberiya Xweser a Rojava re dihatin kirin, bi ser neketin. Lê belê Şam dûr nêzîk dixwaze wan herêman bixe kontrola xwe.

Ji Enstîtuya New Lines Lêkolîner Nick Heras dibêje; heger Tirkiye beriya hilbijartinan operasyonekê li Sûriyê bide destpêkirin, mimkun e ku Tirkiye penaberan bikare bişîne Sûriyeyê.

Herwiha Heras hişyariyê dide ku; “Heger çiraya kesk bo destpêkirina operasyona asmanî bê vêxistin, wê li nêzîk şer dest pê bike”

Hulusî Akar dabû xuyakirin ku bi Moskowê re’ ji bo vekirina qada asmanî ya Sûriyê bo leşkerên Tirk’ danûstandin têne kirin.

Şam û Enqereyê li ser 6 xalan li hev kir

Li gorî çavkaniyên medyayî yên Sûriyê, xalên ku Şam û Enqereyê li Moskowê li ser li hev kirine wiha ne:

1. Wê Tirkiye bi temamî ji nav erda Sûriyeyê vekişe.

2. Wê Enqere rêzê li yekparçebûna xaka Sûriyeyê bigire.

3. Wê Tirkiye û Rûsya rêya navdewletî ya bejahî M4ê vekin.

4. Hebûna HSD, Amerîka û Îsraîlê li herêmê

5. HSD ji bo Tirkiye û rejîma Sûriyê gefeke mezin e.

6. Ji bo çavdêrî û xebatê wê komîteyên hevbeş di navbera Şam-Enqerê de bên pêkanîn.

Senaryoya ku Kurd li bendê ne…

Bijardeyên li pêşiya hevpeymanên Kurd ên Amerîkayê ku têkoşîna dijî DAIŞê didin, ji ber ‘berjewendiyên hevbeş’ ên navbera Enqere, Moskow û Şamê zehmet xuya dike.

Lêkolînerê Fransî yê pisporê Sûriyeyê Fabrice Balanche dibêje; “Hedefa her sê welatan jî jiholêrakirina HSDê ye”.

Li gorî Balanche, di demeke ku Enqere dixwaze; ‘Gefa komên çekdarên Kurd a nêzî sînorên xwe ji holê rake de, Rûsya jî hewl dide hevpeymana Amerîkayê HSDê tasfîye bike û bi vî awayî jî hevpeymanê xwe Beşar Esed bihêz bike.’

Dema em werin ser mijara rejîmê; dixwaze ‘erdên bi taybetî jî yên xwedî dewlemendiya petrolê’ ji Kurdan paşde bistîne ku Kurd jî di bin barê pêwendiyên ligel Washingtonê de diperçiqin.

Li gorî analîstan, heger Kurd daxwazên vekişîna 30 km ya dûrî sînorên Tirkiyeyê red bikin, wê civîna sêalî ji bo ‘destpêkirina operasyonê’ bikeve tevgerê.


Agence France-Presse 

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd