Agirê daristana Bergamayê giha jîngehan

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li herêma Egeyê, li navça Bergamaye agir bi daristanê ket lê her diçe agir belave dibe.
Heya niha 3 xanî zerarê dîne lê tîmên vemirandina agir dixebitin da agir vemirînin. Agir seet di 15.30an de li gundê Demircidere ya Bergamayê destpêkir û bi bandora bayê xwurt giha gundê Yukarıbey. Alav gihane jîngehan.
12 xebatkarên îtfaiyê bi 4 alavan û ji rêvebiriya daristanê ya Îzmîrê bi gelek alav û xebatkaran dixebitin da agir vemirînin. Tankêrên avê xwe kesên xwebexş destekê didin ji bo vemirandina agir.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




