Almanya Konseya Ewlekariya Federal fesih dike û ya netewî ava dike

PeyamaKurd-Almanya dixwaze Konseya Ewlekariya Federal ji holê rake û li şûna wê Konseya Ewlekariya Neteweyî (Nationale Sicherheitsrat) ava bike.
Hate ragihandin ku armanca vê konseyê ew e ku ewlehiya navxweyî û derveyî ya welat bi rengekî baştir birêve bibe û koordînasyonê xurt bike.
Tê pêşbînîkirin ku di 27ê Tebaxê de li kabîneyê biryara avakirina vê konseyê bê qebûlkirin û herî dereng heta meha Mijdarê dest bi kar bike.
Piştî ku Konseya Ewlekariya Neteweyî dest bi kar bike, Konseya Ewlekariya Federal û Kabîneya Ewlekariyê dê bi temamî bên fesihkirin.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




