Bajarê Osmaniye hejiya: Dereca erdhejê 4.1 e

Bajarê Osmaniye hejiya: Dereca erdhejê 4.1 e

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Osmaniyê li navça Kadirliyê bi dereca 4,1 erdhejekî çêbû. Erdhej di bin erdê de di kûrahiya 5,12 km yan de qewimî.

Erdhej seet di 17.45an de çêbû û dezgeya AFADê erdhejê ragihand. Erdhej li bajar û navçên der û dora navça Kadirliyê hat hîskirin lê heya niha ti encamekî neyînî nehatiye ragihandin.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.