Bakirhan: Çareserî bi diyalogê pêkan e

Bakirhan: Çareserî bi diyalogê pêkan e

PeyamaKurd – Hevserokê Partiya DEMê, Tuncer Bakirhan derbarê pêvajoya nû ya PKKyê û de ji televizyona Tirkyeyê HaberTürkê re axivî.

Wî diyar kir ku Kurd mafên xwe yên demokratîk dixwazin, ev maf ne mijara bazarkirinê ne û divê bi rêya diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin.

Bakirhan got, parlamentoya Tirkiyeyê cihê çareseriyê ye û demokratîkbûn dê aramiyê ji 86 milyon kesan re bîne.

Wî anî ziman ku biryarên kongreya PKKyê dê di demeke kurt de eşkere bibin.

Her weha destnîşan kir ku eger pêwîst be, dibe ku daxwaza hevdîtinê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bikin, lê niha tu planeke weha nîne.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.