Bexda û HSDyê ji bo valakirina Kampa Holê li hev kir

Bexda û HSDyê ji bo valakirina Kampa Holê li hev kir

PeyamaKurd – Çavkaniyên Iraqê ragihandin ku peymaneke nû di navbera Iraq û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, bi navbeynkariya hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê, hat çêkirin.

Armanca peymanê bilezkirina veguhestina malbatên Iraqî ji kampa Hol a li rojhilatê Hesekê ye, ku di bin kontrola HSDyê de ye.

Li gorî amarên Sibata 2025an, kampa Holê, ku 13 km ji sînorê Iraqê dûr e, nêzî 37,000 kes, piranî jin û zarok, dihewîne. Ji van, 15,000 Iraqî, 16,000 Sûrî û nêzî 6,000 kes ji neteweyên din in.

Pêvajoya veguhestina Iraqiyan ji kampê di sala 2021an de dest pê kiriye, û heta niha nêzî 14,500 kes vegeriyane Iraqê. Endamê lijneya ewlehî û parastinê ya parlamentoya Iraqê Yasir Witûr ji El-Erebiye el-Cedîd re got, peymana nû dihêle ku mehê du firînên hewayî ji bo veguhestina Iraqiyan ji kampa Hol bo kampa Cîdde ya li Nînowa bên kirin, piştî kontrolên ewlehiyê. Ji aliyê din ve, endamê berê yê Komîsyona Mafê Mirovan El Beyatî tekez kir ku dosya kampa Holê berî her tiştî mijarek mirovî ye û divê bi plankirinek zelal bê birêvebirin, ne tenê bi veguhestina bilez.

Di 22yê Hezîranê de, karwana herî mezin a Iraqiyan, ku ji 935 kesan (236 malbat) pêk dihat, ji kampa Holê vegeriya. Di Nîsana 2025an de jî, 241 malbat (865 kes) vegeriyabûn. Di sala 2024an de, li gorî medyaya herêmî, 223 malbat (832 kes) ji kampê derketibûn.

 

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.