Çalakvanê medyaya kurdî: Nêzîkî 50 malbatên kurd li başûrê Lubnanê asê mane!

PeyamaKurd – Çalakvanekî medyaya kurdî îro înê piştrast kiriye ku nêzîkî 50 malbatên Kurd hîn li başûrê Lubnanê asê mane û nikarin ji herêmê derkevin ji ber aloziya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ji ber ku ti piştgirî û alîkariyên mirovî ji bo wan tune ne.
Çalakvanê medyayî yê Lubnanî Mistefa Şêxo ji Basnewsê re ragihandiye: “Nêzîkî 50 malbatên kurd hîn li başûrê Lubnanê asê mane û nikarin ji herêmê derkevin.”
Şêxo diyar kiriye, “Ev malbat ji ber çend sedeman nikarin ji başûrê Lubnanê derkevin, ya herî girîng jî nebûna xizm û xizman e li deverên ewle wek Trablus û Beyrût ku dikarîbûn koçî wan deran bikin wan. Ji bo ew karibin pereyek divê, lê malbatên me yên kurd li başûrê Lubnanê bi piranî hejar in.”
Çalakvanê medyaya kurdî bal kişandiye ser wê yekê ku “Malbatên kurd ên li taxên Beyrûtê bûn, karîbûn berê xwe bidin deverên ewle.”
Şêxo diyar kiriye, “Piraniya penaberên kurd ên li Lubnanê li derve ne û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî yên bilez heye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de gotiye, “Piştî aloziya dawî ya leşkerî li Lubnanê, bi sedan malbatên Kurd karîbûn vegerin Rojavayê Kurdistanê.”
Şêxo bere jî ji Basnewsê re gotiye, di encama bombebarana Îsraîlê de ya bi ser çeperên Hizbullahê de, 15 penaberên ji Efrînê li Lubnanê canê xwe ji dest dabû.
Ev nivîs 81080 car hatiye xwendin.





