Daxuyaniya 'Netanyahu' ji Îsraîlê: Em paş de gav navêjin!
PeyamaKurd – Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya derbarê biryara girtinê ya ji bo Benjamin Netanyahu da ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Cezayê va hat dayîn û wiha hat gotin: "Em ê serî li ber zextan netewînin û heta ku em negihêjin hemû armancên xwe em ê bi paş ve gav navêjin."
Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê der barê biryara girtinê ya ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yaov Gallant de dabû, daxuyanî da.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê jî weke biryareke pûç û antîsemîtîk wesif kir û wiha got: "Netanyahu li ber zextan serî natewîne, dev jê bernade û heta ku Îsraîl negihêje hemû armancên xwe yên şer wê paş de gav neavêje."
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat dayîn de ev hatin gotin:
“Îsraîl kiryar û tawanên pûç û şaş ku ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ve, ku saziyeke siyasî alîgir û cihêkar e, bi temamî red dike.
Ji piştî Holokostê û vir ve, ji êrîşa herî mezin a jenosîdê ya li ser Îsraîlê ji aliyê rêxistina terorîst a Hamasê ve li dijî gelê cihû, şerekî adiltir nîne. Serokwezîr Netanyahu li ber zextan serî natewîne, dev jê bernade û heta ku Îsraîl hemû armancên xwe yên şer pêk neyne, ew ê paşve gav neavêje."