Daxuyaniya Pentagonê ya derbarê biryara girtina Netanyahu de!
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant red kir.
Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh dema ku di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsan da, diyar kir ku ew biryara Dadgeha Cezayê Giran a derbarê Netanyahu û Gallant de qebûl nakin.
Singh got, "Em bi fikar in dozger lez dikin ku fermanên girtinê derxînin," Singh anî ziman ku ICC di vê mijarê de ne xwediyê hiqûqê ye.
Singh li ser pirsa gelo Pentagon di derbarê bûyerên Xezzeyê de, ku bingeha biryara ICCyê bû, nirxandinek qanûnî kiriye yan na, Singh got, "Haya min ji vekolîna qanûnî ya ji vê avahiyê tune."
"Heke nihêrînek we ya qanûnî tune, hûn çawa dikarin tiştê ku ji hêla saziya qanûnî ya herî bilind, ICC ve hatî pêşkêşkirin red bikin?" Di bersiva vê pirsê de jî got, "Ji bilî gotinên min tiştekî din ji we re nîne. Em biryara dadgehê red dikin."
"Hûn biryara ICC red bikin jî, hevalbendên we yên wekî Kanada û Fransa vê yekê qebûl dikin. Vê biryarê li aliyekî, rewşa mirovî û pirsgirêkên li Xezzeyê hê jî hene, ji bo çareserkirina wan hûn ê çi bikin?" Di bersiva pirsê de Singh bersiv da ku ew her roj bi Îsraîlî re danûstandinê dikin û bi hev re li ser hewcedariya "teqez gihandina alîkariyê" ji gelê Xezzeyê re dixebitin.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.