Vîktor Orban: Netanyahû dikare were Macaristanê

Vîktor Orban: Netanyahû dikare were Macaristanê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro înê gotiye ku ew ê hevtayê xwe yê Îsraîlî Benjamin Netanyahû vexwîne welatê xwe.

Orban li ser biryara Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC), ku fermana girtina Netanyahu daye, diyar kiriye ku ew garantiyê dide Netanyahû ku ew ê li gor wê biryarê tevnegere.

ICCê do pêncşemê li ser Netanyahû û wezîrê wî yê berê yê berevaniyê Gallant û rêberê Hamasê Îbrahîm El Masrî ji ber pevçûnên li Xezeyê û sûcên li dijî mirovahiyê fermana girtinê dabû.

Orban ku welatê wî niha seroktiya şeşmehî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) dike, li ser biryara ICCê gotiye ku şaş e.

Wî diyar kiriye ku Netanyahû dikare li Macaristanê bi awayekî ewle danûstandinan bike.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.