Keir Starmer û mark Rutte li ser şerê Rûsya-Ûkrayna axifîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer û sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte li ser şerê Rûsya-Ûkraynayê axifîn. Her du lîder bûn hemfikir ku berya zivistan destpêbike, divê Ûkrayna bi amadekariyekî baş bikeve demsala zivistanê.
Her dû rêvebir her weha li ser leşkerên Kore ya Bakûr axifîn ku niha li Rûsyayê, bi Rûsyayê re li hemberê ÛKraynayê şer dikin.
Ofîsa jimare 10 ya serokwezîrtiya Îngîltere ragihand ku Rutte û Starmer di rêya telefonê de li ser mijarên jorê axifîne. Her dû teref li ser leşkerên Kore ya Bakûr ragihandin ku ev kiryar, girîngiya wê li ser ewlehiya Ewrûpa-Atlantik û Hint-Pasifikê heye.
Di axaftinê de Starmer, dema behsa mesrefên hukumeta xwe ya di seha bergiriyê de kir, ragihand ku bi biryare mesrefên bergiriyê derxe %2,5 budçeya Îngîltere.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.