Ji ber şiddeta Lodosê balafir nikarin xwe deynin balafirgeha Sabiha Gökçen

Ji ber şiddeta Lodosê balafir nikarin xwe deynin balafirgeha Sabiha Gökçen

PeyamaKurd - Ji ber şiddeta bayê Lodosê, balafir nikarin xwe deynin balafirgeha Sabiha Gökçen ya li Îstenbolê. Ji ber bayê Lodosê zêde xwurte hem balafir nikarin xwe deynin balafirgehê û hem sibê heya seet 15.00an seferên ku bên kirin ji %10ê wan betal kirin. Balafirên ku diçin balafirgehê mecbûr dimînin ku li hewayê bigerin.

Şîrketa AJET ya rêyên hewayî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku seferên hatine betalkirin, ji rêwiyên wan seferan re, rêyên alternatîv danîne pêşiya wan û rêwiyan agahdar kirine.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.