Serokê konseya bazirganî yê Kurdistan-Amerîkayê David Tafuri: Asta ewlehiyê ya Kurdistanê gelek başe

Serokê konseya bazirganî yê Kurdistan-Amerîkayê David Tafuri: Asta ewlehiyê ya Kurdistanê gelek başe

PeyamaKurd - Serokê konseya bazirganî yê Kurdistan-Amerîkayê David Tafuri ji bo K24 rê ragihand ku asta ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê gelek başe. Tafuri rewşa ewlehî û îstîqrara Kurdistane bilind nirxand. David Tafuri weha dewam kir:

“Li Herêma Kurdistanê ewlehiya li bajarên Duhok, Erbîl û Silêmaniyê di asteka baş de ye. Em ji bîr nekin ji sala 2003an heya niha me ti kesekî Amerîkayî li Kurdistanê wenda nekiriye. Di mijara ewlehiya vê derê de, em xwe gelek baş hîs dikin.”

Tafuri got ku grûbên çekdar êrîşên fuzeyî birine ser dezgeyên wan û hinek ji wan êrîşan, li veberhênanên DYAyê bandorê kirine.

Serokê konseya bazirganî yê Kurdistan-Amerîkayê David Tafuri got ku hukumeta Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û polîs ji bo temîna ewlehiyê û ji bo tehdîdan kêmtir bikin, gelek hewl didin.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.