NY: sala 2024 ji bo xebatkarên alîkariya mirovî sala herî xeter e
PeyamaKurd – Ofîsa Koordînasyona karên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA), ragihand ku sala 2024an jiş bo xebatkarên Neteweyên Yekgirtî sala herî xerab ya mirinê ye.
Li seranserê dinyayê di sala 2024an de, 281 xebatkarên alîkariyê mirin. Êrîşên li Xezayê van mirinan zêdetir kir. Di serî de xebatkarên UNRWAyê û di bin şiddet û tehdîdan de ne û di pey wan de xebatkarên li Afganistan, Sûdan a Başûr, Sûdan û welatên weka Ûkrayna tên.
Bi taybetî ji 7ê Cotmeha sala 2023an heya niha 320 xebatkar mirin ku piraniya wan xebatkarên UNRWAyê bûn.
Di daxwuyaniya OCHAyê de balê kirşandin ser derveyê Xezzayê welatên wekî Afganistan, Komara Kongo ya Demokrati, Sudan a Başûr, Sûdan, Ûkrayna û Yemenê. Di van welatan de di asta bilind de şiddet, revandin, birîndarkirin, tacîz û binçavkirinên kêfî hene.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku dis ala borî de di 14 şerên çekdarî de ji 33 hezarî zêdetir kesên sîvîl mirine û li gor sala 2022an ev jimar %72 zêdetir bûye.
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.