Putin ragihand ku sîstema nûh ya sîlihan ceribandine
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku Rûsya sîstema nûh ya sîlihan ceribandiye. Putin got ku wê ceribandinên xwe dewam bikin û fuzeya balistik ya bi navê 'Oreşnik' ê ceribandine û ceribandin serkeftîbiye.
Putin her weha got ku çekên navborî ji bo ewlehiya Rûsyayê gelek girîngin. Li gor ragihandina Koşka Kremlinê; Putin bi rêvebiriya wezareta bergiriyê, nûnerên sanayiya eskerî û bi hilberînerên sîstema fuzeyan re civîn kiriye. Putin di civînê de gotiye:
“Rûsya duhî êrîşê tesîsekî Ûkraynayê ya eskerî û sanayiyê kir û di wê wextê de, di şertên şer de, balîstîk fuzeya bi navê “Orenşik” ku nuklerî nîne û bi ekîpmanên hipersonîk hatiye kemilandin, bi awayekî serkeftî hatiye ceribandin.
Rûsya bi tehdîdên nû re rû bi rû ye. Xebatên ji bo van cûre çekan, ji bo welatê me girîngin. Sîstema sîlihan ya ku me duhî test kir, ji bo yekîtiya axa Rûsya û desthilata wê garantore. Ev sîlih di dinyayê de di destê ti welatî de tine. Di dinyayê de ti alav tine ku karibe ber lê bigre.
Fuzeya "Oreşnik" ne sîlihekî stratejîke lê hêza wê weka wan e. Wê Rûsya hilberîna wê ya li pey hev bike.”
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.