Kim Jong Un: Metirsiya şerê nukleerî tu carî bi qasî niha mezin nebûbû

Kim Jong Un: Metirsiya şerê nukleerî tu carî bi qasî niha mezin nebûbû

PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un gotiye: “Metirsiya şerê nukleerî tu carî bi qasî niha mezin bûbû û siyaseta Amerîkayê êrîşker û dijminane ye.”

Li gorî medyaya Koreye Bakur radigihîne, wî doh gotiye: “Tu carî aliyên şerker li nîvgirava Koreyê rastî rûbirûyeke weha metirsîdar û tûj nebûne ku dikare bibe şerê herî wêranker ê nukleerî.”

Wî her wiha gotiye ku Koreya Bakur jixwe heta ku dikare, dê danûstandinên xwe yên bi Amerîkayê re bidomîne, lê di berdewamê de ji bo Amerîkayê lê zede kiriye ku “desthilateke berbiçav û siyaseteke êrîşkar û dijminane li hember me  ye ku qet nayê guhertin.”

 

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.