Ahmet Davutoglu: Peymana Sykes-Picotê gelên herêmê ji hev parçe kir!

Ahmet Davutoglu: Peymana Sykes-Picotê gelên herêmê ji hev parçe kir!

PeyamaKurd – Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) ku îsal cara 5emîn ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê Kurdistanê ve tê organîzekirin, îro dest pê kir. 

Davutogluyê serokê partiya Pêşerojê ya Tirkiyeyê, di daxuyaniya xwe de ya li MEPS24ê behsa têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê, pêvajoya nû ya aştiyê, rewşa herêmê û gelek mijarên din ên giring kir.

Davutoglu kêfxweşiya xwe ya bi dîtina Serok Mesûd Barzanî bi kurdî anî ziman û got ku MEPS24 di qonaxeke hestiyar û giring de tê lidarxistin. 

Davutoglu bal kişand ser wê yekê ku Peymana Sykes-Picotê gelên herêmê parçe kiriye û got, “Sykes-Picotê em hemû parçe kirin, lê pirsa rast ew e ku em çawa dikarin bibin yek? Diviyabû ku piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn dewleta Filistînê ava bibûya, lê nehat avakirin. Sedema sereke ya pirsgirêkên doza Filistînê ev e. Di 67 salên borî de ji bo çareserkirina krîza Filistînê tu soz nehat dayîn.”

Davutoglu bal kişand ser serdema piştî rûxandina rejîma Seddam Husên û wiha got: “Piştî rûxandina Seddam Iraqî li kêleka hev rawestiyan. Ew tiştek bû ku me dixwest ku em bibînin.”

 

 

 

 

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.