Di desteka ji bo rêxistina ‘Palestine Action’ de gelek kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Li Îngîltere rêxistina bi navê "Palestine Action" qedexeye û çalakiya ji bo desteka wê ya ku li Îngîltere hat kirin, polîs mudaxeleyê çalakiyê kir û gelek kesan xist binçav.
Rêxistina "Palestine Action" di meha borî de hat qedexekirin û hem terorîst hat îlankirin. Îro çalakvan li Meydana Parlementoyê seet di 13.00an de kom bûn û dest bi çalakiya xwe kirin.
Çalakvan li ser pankartên ku vala anîbûn meydanê nivîsandin; “Li hemberê komkujiyê me û destekê didim Palestine Actionê”
Grûba navborî di meha borî de li hemberê şîrketên bi Îsraîl re dixebitîn, ketibû nav tevgerê û ketibûn balafirgeha leşkerî ya Îngîltere û boyaxê bi balafirên Îngîltere yên leşkerî dabûn û piştî van kiryaran rêxistin hat qedexekirin û wê xistin lîsta terorê.
Çalakvanên wê yên îro ku çalakiyan kirin polîsê Metropolitan yê Londrayê mudaxeleyê wan kir û ji wan gelek kesan xist binê çav.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




