Di dibistanê de şewat derket: 17 kes mirin û 12 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Zamfarayê li bajarokê Kauran Namodayê, di dibistanekî de şewat derket û li gor tesbîta niha tê de 17 xwendevan jiyana xwe ji dest dane û 12 xwendevan birîndar bûn.
Rayedar ragihandin ku temenên zarokan di navbera 7 sal û 17salan de ye. Polîs ragihand ku sedema derketina şewatê nehatiye zanîn û li serê dixebitin. Şahidên bûyerê gotine ku şewat ji malekî destpêkiriye û avêtiye dibistanê.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.