Li hinek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê dibistanan tatîl kirin
PeyamaKurd – Li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê baran û berfê destpêkiriye û jiyana xwendevan û xelkê di hinek sehayan de şertên hewayê bandora neyînî li wan dike. Li ser astengiyên ku berf û baran bi xwe aniye, li 8 bajaran û hinek navçên wan, hinek dibistanan ji bo 1 rojekî tatîl kirin.
Li bajarê Gumuşxane û navçên wan roja Pêncşemê dibistan taîlin û xebatkarên dewletê yên astengdar dê neçin kar.
Li bajarê Orduyê ji ber berfê bi taybetî li ciyên bilind wekî navça Aybastı, Gölköy, Gürgentepe, Korgan û Mesudiye, siba dibistan tatilin.
Li Nevşehirê jî roja Pêncşemê dibistan tatînin. Li bajarê Adana li navça Tufanbeyliyê rojekî tatîl dan xwendevanan. Li bajarê Sakaryayê li navça Hendekê ji ber berfê siba dibistan tatilin.
Bajarê Kurdistanê Sêwas ji ber ji deryayê bilinde û berf bariyaye, roja Pênşemê temamê dibistanan tatîl kirin.
Li bajarê Hakkariya, li navendê, Gever û Şêmzînanê dibistan hatin tatîlkirin.
Her weha li bajarê Kayserıyê siba temamê dibistanan tatîl kirin.
Eger pêdivî çêbibe, wê parêzgeriyên bajaran ji bo roja Înê, li gor şertên hewayê biryarekî dinê bidin.
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.