Iraq, ji bo rafîneriya xwe ya Dîwaniyê pêşdetir bibe, peymana bi 800 milyon dolarî îmza kir

Iraq, ji bo rafîneriya xwe ya Dîwaniyê pêşdetir bibe, peymana bi 800 milyon dolarî îmza kir

PeyamaKurd – Hukumeta Iraqê ji bo rafîneriya petrolê ya li bajarê Dîwaniyê ya li başûrê Iraqê pêşdetir bibe û firehtir bike, peymanekî bi 800 milyon dolarî îmze kir.

Di îmzakirina peymanê de serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani jî amade bû û kapasîta rafîneriyê ya Dîwaniye rojane 70 hezar varêle û wê beşekî dinê lê zêde bikin û wê rojane 90 hezar varêl petrolê safî bike.

Li gor ragihandina ofîsa serokwezîrtiya Iraqê; wê hidrojenasyon, başkirina benzînê, izomerizasyon û xizmetên dinê jî bixin nav projê, wê di ji hev veqetandina petrola xam de teknolojya herî nûjen bikarbînin. Wê teknolojî bi standardên hawirdoriyê re li hev be.

Serokwezîr Muhammed Şiya Sudani ragihand ku ji bo projê, fînansmanê garantî kiriye û şîrketa ku pêre peymanê girêdane, wê di rojên pêşiya me de dest bi xebatê bike.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.