Ûkrayna û Rûsya 300 dîlan bi hev guhertin

Ûkrayna û Rûsya 300 dîlan bi hev guhertin

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku ji Rûsyayê 150 leşkerên Ûkraynî yên dîl anîne welat û li hemberê wan dîlan, 150 dîlên Rûsyayê paşde dane Rûsyayê. Guherîna esîran bi navbeynkariya Îmaratan hat pêkanîn.

Ragihandina mijarê ji aliyê serokê Ûkraynayê Zelenski de, di ser hesabê xwe yê medya civakî de hat kirin. Zelenskiy got ku îro ji bo wî rojekî xweşe û got:

“Em 150 leşkerên xwe ji esareta Rûsyayê paş de tînin welat. Leşkerên me çawîş û sûbayin ku ji herêmên Mariupol û Zaporijya ketine destê Rûsyayê. Leşker yên deryayê, yên êrîşên hewayî û yên bejayiyê ne. Hemû ji deverên cudane û tev ji bo Ûkraynayê şer dikin.”

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.