Trump û Netanyahu wê 4ê Sibatê bicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê di 4ê Sibatê de li Qesra Spî bicivin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Trump Netanyahu vexwendiye Qesra Spî.
Hat destnîşankirin ku Trump û Netanyahu wê di 4ê Sibatê de li Qesra Spî bicivin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku Netanyahu yekem rêberê biyanî ye ku Trump vexwendiye Qesra Spî piştî ku wî cara duyemîn dest bi serokatiyê kir.
Li gorî medyaya Îsraîlê, tê çaverêkirin ku di hevdîtina Trump û Netanyahu de mijarên herêmî û bi taybetî agirbesta li Xezzeyê bên gotûbêjkirin.
Ev nivîs 343 car hatiye xwendin.