Trump: Pir dixwazim bi Îranê re peymana aştiyê çêkim

Trump: Pir dixwazim bi Îranê re peymana aştiyê çêkim

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, biryara dorpêç û cezayên zêdetir bo Îranê dabû, vê carê jî got ku ew dixwaze bi Îranê re peymana nukleerî ya aştiyê çêbike.

Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, "Dixwazim Îran bibe welatekî bêhempa û serkeftî, lê naxwazim bibe xwediyê çekên nukleerî. Ew nûçeyên ku dibêjin, wê Amerîka tevî Îsraîlê Îranê piç û parî bike zêde mezin in. Pir dixwazim ku bi Îranê bi awayekî aştiyane peymana nukleerî çêbikim.”

Trump herwiha got, li ser mijarê divê em aniha dest bi xebatê bikin û piştî îmzekirina peymanê jî li Rojhilata Navîn pîrozbahiyê bikin.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.