Wezîrê Sûriyê: Mafê çekdarên biyanî heye di hikûmetê de cî bigrin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre li ser herêmên di bin kontrola HSDê de û mijarên din ên rêveberiyê de daxuyanî dan.
Wezîrê Berevaniya Sûriyê Murhif Ebû Qesre di hevpeyvîna ligel The New Arabiyê de li ser bûyerên kuştinan ên piştî hilweşîna rejîma Esed diyar kir ku ji bo pêşîgirtina kuştina mirovan hevdîtin bi hemû komên çekdar re berdewam dikin.
Ebû Qesre li ser pirsa derbarê herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de got: "Bi îzna Xwedê herêm dê rizgar bibe lê divê xelk sebir bike. Çareserkirina vê mijarê dê bi rêyên aştiyane baştir be."
Ebû Qesreyê ku berê operasyonên leşkerî yên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) bi rê ve dibir, da zanîn ku niha di girtîgehên li herêmên di bin kontrola HSDê de gelek çekdarên DAIŞê hene û ji ber vê yekê radestkirina wan kampan pir girîng e.
Qesra da zanîn ku ti plana rêvebiriya nû nîne leşkeriya mecbûrî ji nû ve bîne ji ber ku gelekî kesên dilxwaz hene û pêwîstî bi vê yekê nîne.
Herwiha Ebû Qesre li ser mijara şervanên biyanî yên di nav HTŞê de got: "Berî her tiştî hejmara wan kêm e. Ji ber ku ew jî wekî Sûriyeyiyan beşdarî têkoşîna li dijî rejîmê bûne, mafê wan heye ku di lîsteyên wezaretê de cih bigirin."
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.