NBC: Pentagon planên vekişîna ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê amade dike
PeyamaKurd – Kanala NBC a Amerîkî bi zarê hejmarek berpirsên Amerîkî ragihand ku hin plan ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê hene û diyar kir, Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) kar li ser danîna hin planan ji bo vekişandina hemû hêzan ji Sûriyê dike.
Jêderên NBCyê gotine, di dema dawiyê de serokê Amerîka Donald Trump û berpirsên nêzîkî wî nêrîna xwe bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê anîne ziman.
Hate gotin, "Ji ber vê yekê jî berpirsên Pentagonê dest bi danînana planên vekişandina bi temamî di heyama 30-60 yan jî 90 rojan de kirine."
Trump: Min negotiye em ê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin
Hêjayî gotinê ye, Trump hefteya borî li mijara vekişîna ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotibû, wî negotiye ew dê hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne.
Herwiha dabû zanîn, rêveberiya wî mijara mayîna hêzên Amerîkî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dinirxîne û ew ê piştre biriyarekê bidin.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.