National Interest: Dahatûya Sûriyê bi Kurdan ve girêdayî ye

National Interest: Dahatûya Sûriyê bi Kurdan ve girêdayî ye

PeyamaKurd – Nivîskar û Akademîsyenê Lêkoler ê National İnterestê David Romano, li ser rewşa Kurdan û dahatûya Sûriyêya nû ya piştî hilweşîna rejîma Beas û deshilata Beşar Esed analîzek belav kir. Di analîzê de tê gotin ku serokê Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) dixwaze kontrola tevahiya Sûriyê bigire û xwe wekî kesayetek modern nîşan dide, lê  piraniya welatiyên Sûriyê pê baweriyê nayînin.

Romana dibêje, ger HTŞ bi tenê Şam, Hims, Hema û Îdlibê bi dest bixe û bandora wan sînordar be, rewş dikare bê kontrol kirin. Herwiha bi vî awayî dê ev model dê mafê komên cuda yên etnîkî û olî wek; Elewî, Durzî, Kurd û Xiristiyan jî biparêze. Dewletên Rojavayî û gel dikarin vê encamê bi xurtkirina beşdariya herêmî çêbikin. Modela Kurd a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê wek nimûne girîng e. Ev herêm ji gelek komên cuda re cihekî ewle pêşkêş kiriye û mafên jinan û kêmîneyan hatiye parastin.

Lê belê ger Tirkiye û hêzên wê modeleke navendî û otorîter ferz bikin, şerê navxweyî wê bidome. Wekî encam jî destnîşan dike ku pêwîst e Sûriye rêyeke federal û demokratîk bibîne, ku hemû pêkhate mafên xwe bistînin.

Colanî ango Ehmed Şera kî ye?

Colanî berê ji bo el-Qaîde li Iraqê şer kiriye. Di sala 2011'ê de vegeriya Sûriyê û grûbeke cihadî ava kir. Piştre, di 2016'an de ji el-Kaide veqetiya û HTS'ê damezrand. Niha ew dixwaze kontrola hemû welatî bigire, lê rexneyên giran li ser wî hene.

Amerîka û Ewropayê berê ew weke terorîst didan nasîn, lê niha dest ji cezayên wî kêşane. Lê gelê herêmê bawerî pê nakin. Iraqî û Îranî dibêjin, ew hîna jî cîhadî ye û tenê dixwaze xwe veşêre.

Çareserî modela dabeşkirina hêzê ye

Ccivaka Sûriyê dikare zirara cîhadîyan sînordar bike bi modeleke dabeşkirina hêzê. Ger HTŞ tenê çend bajaran îdare bike û bandora wan sînordar be, rewş dikare bê kontrolkirin. Ev model dê mafê komên cuda yên etnîkî û olî - wek Elewî, Durzî, Kurd û Xiristiyan jî biparêze.

Rewşa Kurdan wê çi be?

Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê ya bi rêveberiya Kurdan, niha wek nimûneyeke pozîtîf tê dîtin. Ev herêm ji gelek komên cuda re bûye cihekî ewle. Kurd, Ereb, Xiristiyan, Êzîdî, Ermenî û Sûriyên laîk li wê herêmê bi azadî dijîn. Wan mafên jinan û kêmayetiyan parastiye û ji bo aştî û xebata hevpar kar kirine.

Astengî û gefên li ser Kurdan

Tirkiye bi awayekî çalak li dijî vê rêveberiya Kurdan e. Erdogan her tim dibêje, divê Sûriye weke dewleteke navendî bimîne. Tirkiye bi hêzên xwe yên wekî Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (ANS) li dijî rêveberiya Kurdan şer dike.

Pêşnîyar û çareserî çi ye?

Heke Enqere û hêzên wê modeleke navendî û otorîter ferz bikin, şerê navxweyî dê berdewam bike. Kurd û komên din ê li dijî ferzkirina Tirkiye û komên girêdayî wê, dê têkoşînê bidomînin.

Divê Amerîka û Ewropa piştgiriya federalîyê bikin

Wekî encam, pêwîst e Sûriye rêyeke li gorî sîstemeke federal û demokratîk bibîne, ku hemû komên wê mafên xwe bistînin. Amerîka û Ewropa jî divê piştgiriya vê modêlê bikin û ewleniya hemû pêkhateyên Sûriyê biparêzin.

David Romano, profesorê sîyaseta Rojhilata Navîn e. Herî dawî di meha Kanûna 2024an de serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye. Ew dibêje, rêveberên Kurd ne îdealîst in lê ji bo wergirtina mafên xwe pragmatîst in. Ew tenê dixwazin jiyana xelkê xwe baş bikin, di ewlehiyê de bin û li dijî terorîstên DAIŞê rawestin.


 

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.