Ehmed Şera yekem serdana xwe ya derve bo Erebistana Siûdî dike

Ehmed Şera yekem serdana xwe ya derve bo Erebistana Siûdî dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê  Ehmed Şera îro Yekşemê serdana Erebistana Siûdî dike ku piştî ruxandina rejîma Esed ev yekem serdana fermî ya Şera ya ji bo derveyî welat e.

Li gorî zanyariyan, Ehmed Şera îro 2yê Sibatê serdana Siûdiyê dike û bi Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û berpirsan re dicive. Hate diyarkirin ku wê gotûbêj li ser paşeroja Sûriyeyê û pêwendiyên hevbeş ên di navbera Riyad û Şamê de bên kirin.

Li gorî jêderên nêzîkî desthilatên nû yên Sûriyeyê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê hewl didin piştevaniya serkirdeyên Ereb bistînin, bi taybet piştî serdana Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan bo Şamê di 24ê meha borî de, ku soz dabû danûstandinan bi Amerîka û Ewropayê re bike, ji bo rakirina sizayan li ser Sûriyeyê, da ku ew binesaziya aborî ya welat ji nû ve ava bikin.

Ehmed Şera piştî ku roja 31ê Çile wek Serokatiya Qonaxa Veguhêz li Sûriyeyê hat destnîşankirin, di yekem gotara xwe de got, ew bi pisporên yasayî re danûstandinan dike, ji bo hikûmeteke berfireh ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bibin û welatê xwe ji nû ve ava bikin.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.