Asayîşa Rojava: Di êrîşa ser maleke Kobanê de 10 sivîl birîndar bûn

Asayîşa Rojava: Di êrîşa ser maleke Kobanê de 10 sivîl birîndar bûn

PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê (Asayiş) ragihand, balafireke Tirkiyeyê malek li gundekî Kobanê bombebaran kir û di encamê de, 10 kes birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, îro 2yê Sibatê bi daxuyaniyekê eşkere kir, balafireke Tirkiyeyê duh malek li gundê Aşmê yê Kobanê bombebaran kiriye û di encamê de, 7 zarok, mêrek û du jin birîndar bûne.

Asayîşê da zanîn, “Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya hemû qanûn û pîvanên navdewletî ye.”

Asayişê bi tundî ev êrîşa hovane şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku berpirsyariyên xwe bicih bînin û zextê li Tirkiyeyê bikin, da ku van êrîşan rawestînin.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.