PKKê berpirsiya êrîşa asmanî ya Çiyayê Gabarê ragihand: Me êrîşî bîrên petrolê kir

PKKê berpirsiya êrîşa asmanî ya Çiyayê Gabarê ragihand: Me êrîşî bîrên petrolê kir

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê HPG bi daxuyaniyekê ragahand ku hêzên wan li çiyayê Gabarê bi dronan 4 caran bîrên petrolê kirine armanc.

Di daxuyaniya HPGê de hatiye gotin ku wan wekî bersiva êrîşa roja 27ê Çileyê ya gundê Şihê yê girêdayî nehiyeya Dînartê ya navçeya Akrê ku endamê eşîra Zêbarî, Cafer Celal û hevjîna wî Sitî hatine kuştin, êrîşî bîrên petrolê yên Çiyayê Gabarê kiriye.

HPGê gotiye, hêzên wan roja 30yê Çileyê di navbera saet 14.45 – 16.15 de, li dijî barageha Tabûra Seslîce ya li TRT Gabarê ya girêdayî Şirnexê û hin bîrên petrolê, bi balafiran (drone) 4 caran bi armanca hişyariyê êrîş kirin.

Herwiha hişyarî jî hatiye dayîn, “Eger ji vir û şûnde gelê me yê sivîl were girtin, wê weke bersiv Hêzên me yên Parastina Hewayî bi heman şêweyê bersiv bidin.”

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.