Li Qamişlo Konferansa Çarenivîsa Kurdan: Divê Belgenameya 1932yan bê qebûlkirin

Li Qamişlo Konferansa Çarenivîsa Kurdan: Divê Belgenameya 1932yan bê qebûlkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, konferansek li ser çarenivîsa Kurdan di Sûriyeya nû de hat lidarxistin. Beşdarên Konferansê xwestin ku belgenameya sala 1932yan ku rêveberiyeke xweser ji bo kurd û mesîhiyan tê de dihat xwestin bê nûkirin û kurd li ser bingeha wê belgenameyê daxwaza mafên xwe bikin. Di konferansa ku ji aliyê Fonda Haco ve li Qamişlo hat lidarxistin de, li ser siberoja Sûriyeyê hate lidarxistin ku kesatên niştîmanî, rûspiyên herêmê û partiyên kurdî beşdarî kirin.

Konferans bi armanca pêşxistina belgenameya sala 1932an birêve çû ku ew belgename rêveberiyeke xweser ji bo kurd û mesîhiyan di dema desthilatdariya Fransî de li xwe digirt. Wê demê ew destpêşxerî ji aliyê Haco Axa, Mîr Memo Îbrahîm Paşa û Mîşêl Domê ve, ji Wezareta Derve ya Fransayê re hatibû pêşkêşkirin.

Sazkarên Konferansê Zana Haco got: “Jê wê re digotin ‘Belgenameya Otonomiyê ya ji bo herêma Cizîrê’. Ev belgename bo desthilatdariya Fransî hat dayîn û di rêya wê re gihandin Komela Neteweyan, tê de dixwestin ku herêm were parastin û bigihin mafên xwe. Îro jî em dibînin ku heman eynî wek wê demê ye û dewleta Sûriyeyê ji nû ve tê avakirin û pêşeroj jî ne xuya ye.”

Beşdarên konferansî daxwaz kirin, rewşa niha ya Sûriyeyê, mîna sala 1932an e û pêwîst e vê carê mafên kurdan bên dayîn û kurd bibin xwedî rêveberiyeke xweser.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.