Hikûmeta Sûriyê ji bo genimê Rojavayê Kurdistanê kete tevgerê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezîrê Çandiniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Mihemed Taha Ehmed gotiye, ew amade ne bi HSDê re derbarê genim de hevkariyê bikin da ku genim ji derve hawirde nekirin.
Li gorû nûçeya malpera Şerq Mihemed Taha Ehmed daye xuyakirin, berhemê genim li Sûriyê %60 kêm bûye ku para salane ya şexsî ji 150 kîloyan daketiye 20 kîloyan.
Wezîrê Çandiniyê destnîşan kiriye, ew hewl didin veberhênana xwecihî û biyanî di kerta çandiniyê de bi armanca pêşxistina rewşa karkerên çandniyê û cotkaran, pêş bixin.
Wezîrê Hikûmeta Demkî gotiye, di wezareta wan de 70 hezar karmaned hene û ew plan dikin hejmara wan %30 bo %40 kêm bikin ku mûçeyê karmendan nagihin zêdetirî 15 dolaran.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.