Ukrayna û Rûsyayê hevdu bi kuştina sivîlan tawanbar kir
PeyamaKurd – Ukrayna û Rûsyayê li ser êrîşa bi ser dibistaneke Kurskê de ku 4 kes tê de hatin kuştin hevdu tawanbar kirin.
Ukraynayê îdia kir ku Rûsyayê di êrîşeke asmanî de dibistana li herêma Kurskê kiriye armanc û Rûsyayê jî da xuyakirin ku êrîş ji aliyê Kîevê ve hatiye encamdan.
Rûsyayê daya zanîn ku moşekên li wê dibistanê ketine ji herêma Sumî ya artêşa Ukraynayê hatine avêtin.
Li aliyê din Ukraynayê de ragihandiye ku di wê êrîşê de ji bilî kuştina 4 kesan gelek sivîl jî birîndar bûne. Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy jî got ku Moskowê di dema tehlîyekirina sivîlan de ew êrîş pêk aniye.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.