Netanyahu: Em ê bi Trump re nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin

Netanyahu: Em ê bi Trump re nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di wê baweriyê de ye ku ew ê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ji nû ve nexşeya Rojhilata Navîn xêz bikin.

Netanyahu beriya serdana xwe ya Washingtonê ji bo hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Trump re li balafirgehê axivî.

Netanyahu diyar kir ku bi êrîşên xwe yên li dijî Hamas û Hîzbullahê rûyê Rojhilata Navîn guhertiye û destnîşan kir ku wan bi van biryaran nexşerê ji nû ve guhertiye û got:

"Lê ez bawer dikim ku bi xebata ji nêz ve bi Serok Trump re, em dikarin nexşeyê hîn çêtir ji nû ve xêz bikin."

Netanyahu diyar kir ku ew ê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê ra hevdîtineke girîng bikin û wiha dewam kir: “Peymana Îbrahîm” a ku Trump di dewra xwe ya ewil de pêşengtiya wê kiribû, ji bo Îsraîl û Rojhilata Navîn encamên girîng derxistin.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.