“Ji bo hinartina petrola Kurdistanê ti astengî nemaye”

“Ji bo hinartina petrola Kurdistanê ti astengî nemaye”

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, ti astengî li pêşiya hinartina petrola Herêma Kurdistanê nemaye.

Şaxewan Abdullah di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ev tişt anî ziman:

“Her kes gihişte wê encamê ku divê qanûna budçeyê bê guhertin. Niha ti pirsgirêk di warê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de nemaye.”

Şaxewan Ebdullah bal kişand ser wê yekê ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê wê di paşerojê de ji nû ve destpê bike û got, armanca wan çareserkirina pirsgirêka mûçeyan e.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê da zanîn,

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa Sûdanî ji me re got, ‘Îsal wê ne wekî sala borî be û ez ê piştgiriyê bidim şandên her du aliyan.”

 
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.