Êrîşî qada xazê ya Kor Morê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li dijî qada gazê ya Kor Morê êrîşek hatiye lidarxistin.
Li gor zanyariyan, îro danê êvarê derdora saet 19:00ê êriş bi balafira bêmirov pêk hatiye.
Qaymeqamê Çemçemalê Remek Ramazan jî ragihandiye, êriş berî demeke kin pêk hatiye û got, heta niha em nizanin êriş bi rokêta Katyûşa hatiye kirin yan bi balafireke bêmirov.
Ramazan da zanîn ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne û teqîn li derveyî qada kampê rû daye.
Li aliyê din, şahidekî li navendên qadê got, "Dumana reş ji herêma êrîşê rabû", û berpirsekî ji tîmên ewlekariya navendê jî got, "Tîmên ewlekariyê xebatên xwe yên ji bo derxistin û parastina karmendan didomînin."
"Li qada xazê ya Kor Mor hilberandin bi asayî dewam dike"
Piştî êrîşê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got, "Li kêlgeha xaza Kor Mor hilberîn bi awayekî asayî dewam dike. Herikîna gazê ji bo santralan heta niha bênavber bû."
Wezaretê herwiha diyar kir ku nirxandinên derbarê ziyanên madî yên ji ber êrîşê derketine didome.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên hundirê wê navendê hatine bi dest xistin, di kêlgeha gazê de dengê teqîneke gelekî bihêz hatiye bihîstin. Hat diyarkirin ku çekên ku hatine dîtin ji bo ewlehiya tesîsê were teqandin.
Herwiha hat ragihandin, çekên di wê navendê de bo cihekî ewle hatine veguhestin û navend ji ketin û derketinê re hatiye girtin.
Qada xaza Kor Morê gelek caran dibe hedefa êrîşan
Kaniya xaza siruştî ya Kor Morê li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye.
Zeviya Kor Mor li Herêma Kurdistanê di sala 2007an de ji bo lêkolîn, pêşxistin, hilberandin, bazarkirin û firotina berhemên petrolê hatiye avakirin. Tesîs di Cotmeha 2008an de dest bi hilberîna gazê kir.
Qada xaza siruştî ya Kor Morê di salên 2022 û 2023an de gelek caran bû hedef.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.