Japonyayê bi serkeftî roketa H3 avêt
PeyamaKurd – Ajansa Lêgerîna Fezayê ya Japonyayê (JAXA) ragihand ku wê roketa H3 ya ku satelaytek navîgasyon hildigirt ji bo îşaretên GPSê zêde bike, bi serfirazî avêtiye.
Ajansa fermî ya nûçeyan Kyodo ragihand, roketa pêncemîn H3, bi navê "Michibiki 6", ji aliyê JAXA ve ji Kozmodroma Tanegashima ya li parêzgeha Kagoshima hat avêtin.
Rayedarên JAXAyê diyar kirin ku avêtin serketî bû, texmîn dikin ku peyk wê di nava 2 hefteyan de bigihêje rêgehê.
Satelayta Michibiki 6 armanc e ku bi peykên ku berê hatine şandin fezayê bixebite da ku îşaretên GPS û agahdariya navîgasyonê xurt bike.
Roketa H3 wekî peykerê rokêta H2A tê naskirin ku ev zêdetirî 20 sal in di lêgerîna fezayê ya Japonyayê de roleke girîng lîstiye.