Elon Musk: "Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê pere da sextekaran û terorîstan"
PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Hikûmetê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DOGE) ku Elon Musk serokatiya wê dike, îdia kir ku Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pere daye rêxistinên sextekar û terorîst.
Musk li ser vê mijarê ji hesabê xwe yê platforma medyaya civakî X, postek parve kir.
Karsazê milyarder Elon Musk di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Tîma DOGE, di nav tiştên din de, dît ku berpirsên ku ji erêkirina dravdanan li Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî berpirsiyar in, hatine fermankirin ku her gav drav bidin pejirandin, hetta ew alî sextekar û komên terorîst bin jî. Wan bi rastî di tevahiya kariyera xwe de tu carî dev ji dayîna drav bernedaye.”