Parlamentoya Iraqê ji bo ji nû ve hinartina petrolê deng da
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê ji bo sererastkirina madeya 12 ya yasaya budçeya federal a derbarê dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê de deng da.
Îro Yekşemê 02.02.2025ê Endamê Parlamentoya Iraqê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Sîpan Şêrwanî ji K24ê re daxuyaniyek da.
Parlamenterê PDKê Sîpan Şêrwanî bi bîr xist ku di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de yasaya budçeyê hat guhertin û got, "Bi dengdana guhertina budçeyê re, hinartina petrola Kurdistanê ji nû ve destpê dike û ti astengiyên qanûnî li pêşiya wê namînin."
Şêrwanî got, li gorî wê guhertinê, Herêma Kurdistanê wê rojane 400 hezar bermîlên petrolê radestî SOMO bike û got, divê hemû mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên di qanûna budçeyê de hatine diyarkirin, ji aliyê hikûmeta federal ve bên garantîkirin.
Şêrwanî herwiha eşkere kir ku di rojên pêş de rênimayiyên derbarê cîhbicîh kirina guhertina yasaya budçeya federalî de ji tevahiya aliyên pêwendîdar re werin şandin.
Civîna Parlamentoya Iraqê îro Yekşemê 02.02.2025ê di saet 15:00ê bi beşdariya 176 endaman destpê kir.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di 31ê Çile de bi serokên fraksiyonên parlamentoyê re civiya û li ser guhertina budçeyê ya ku ji aliyê Encumena Wezîran ve hatibû pêşniyarkirin qebûl kiribû.