Têkoşîna bi Terorê re: Ji herêma Beşîrê êrîş li qada xaza Kor Morê hat kirin
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Tekoşîna bi Terorê re ya Herêma Kurdistanê ragihand ku êrîşa li ser kêlgeha xaza Kor Morê ji herêma Beşîr a Kerkûkê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna bi Terorê re, êrîşa îro saet 19:05an de ji aliyê “komên çekdar ên neqanûnî” ve hatiye kirin.
"Ziyana canî û malî tune ye"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşê de tu ziyanên canî û madî çênebûne û qada ceyranê û şîrketa Dana Gas bi temamî hatine parastin.
Midûriyeta Têkoşîna bi Terorê re agahî parve kir ku mijar bi baldarî tê şopandin û geşedanên nû wê bi raya giştî re bên parvekirin.
Piştî êrîşê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û got, "Li kêlgeha xaza Kor Mor hilberîn bi awayekî asayî dewam dike. Herikîna gazê ji bo santralan heta niha bênavber bû."
Wezaretê herwiha ragihand ku nirxandinên derbarê ziyanên madî yên ji ber êrîşê derketine didome.
Qada xaza Kor Mor gelek caran dibe hedefa êrîşan
Kaniya xaza siruştî ya Kor Mor li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye. Zeviya Kor Mor di sala 2007an de ji bo keşfkirin, pêşxistin, hilberandin, bazarkirin û firotina berhemên neftê hatiye avakirin. Hilberîna gazê li tesîsê di Cotmeha 2008an de destpê kir. Qada xazê ya Kor Mor di salên 2022 û 2023an de gelek caran hate hedefgirtin.