"Divê Almanya lêçûnên leşkerî zêde bike; xwe ji şer re amade bike"
PeyamaKurd – Rutte, ku amaje kir ku divê Almanya hilberîna xwe ya çekan bileztir bike, “Divê em ji şer re amade bin. "Rûsya ne tenê xeter e; Çîn jî kapasîteya xwe ya leşkerî berbi astên awarte ve berfireh kiriye."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte diyar kir ku Almanyayê piştî dagirkirina Ukraynayê alîkariyeke girîng ji bo Hevalbendiyê kiriye, lê ji ber mezinahiya wê ya aborî, ew hê bêtir hêvî dikin.
Mark Rutte ji Almanyayê xwest ku lêçûnên xwe yên leşkerî zêde bike. Rutte ji rojnameya Bild re axivî û wiha got: "Ji ber mezinahiya aboriya Alman, em bi xwezayî hêvî dikin ku ew zêdetir bikin."
Rutte herwiha diyar kir ku Almanyayê ji destpêka Şerê Ukraynayê ve gelek tiştên rast kirine. Wî bal kişand ku piştgirîya leşkerî ya Berlînê ji Kîevê re û şandina hêzên wê bo Lîtvanya li dijî helwêsta êrîşkar a Rûsyayê girîng e.
Rutte herwiha got, ku divê Almanya hilberîna xwe ya çekan bileztir bike û got, divê em ji şer re amade bin. Ev baştirîn rê ye ji bo nehiştina şer û anî ziman ku ne tenê Rûsya metirsî ye, Çîn jî kapasîteya xwe ya leşkerî ber bi rêjeyên awarte berfireh kiriye.