Sîsî Trump vexwend Misirê

Sîsî Trump vexwend Misirê

PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Serokatiya Misrê, Serokomarê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî Serokê Amerîkayê Donald Trump vexwendiye Misrê da ku di pêwendiyeke telefonî de li ser krîzên li Rojhilata Navîn gotûbêj bike.

Berdevkê Serokomariya Misirê Muhamed El-Şennewî di daxuyaniya xwe ya ku da de destnîşan kir "Serok Sîsî bi helkefta destpêkirina dewra duyemîn a serokatiya Amerîkayê careke din Trump pîroz kir."

Li gorî daxuyaniyê, Sîsî Trump vexwendiye ku di zûtirîn demê de serdana Misrê bike, ji bo bihêzkirina pêwendiyên stratejîk di navbera her du welatan de, gotûbêjkirina mijarên aloz û krîzên Rojhilata Navîn bi beşdariya aramiya navçê û beşdarî vekirina mûzexaneya nû ya Misrê bibe.

Dîroka vekirina fermî ya Muzexaneya Mezin a Misrê hêj nehatiye ragihandin. Lêbelê, medyaya herêmî ragihand ku roja pêşniyarkirî 3yê Tîrmehê bû û tê payîn ku pîrozbahî çend rojan bidome.

 
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.