Civîna sêyem a şandên teknîkî yên Hewlêr-Bexdayê birêve çû
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 2yê Sibatê rojava Yekşemê sêyemîn civîna lijneyên teknîkî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê mûçeyê de birêve çû.
Civîna lijneyên teknîkî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê mûçeyên karmendên Kurdistanê de, îro danê sibehê destpê kir.
Civîn derbarê lîsteya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de bû ku bi taybet jî li ser fermanberên malnişîn ên ji lîsteyê hatine derxistin bû.
Hêjayî gotinê ye heta niha 3 civîn di navbera şandeyên Herêma Kurdistanê û şandeya Wezareta Darayî ya Iraqê de, derbarê lîsteya mûçeyê fermanberan û pirsa malnişînan de hatine lidarxistin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.