Dahata her du pirtûkên Serok Barzanî wê ji zarokên sêwî re bê bexşandin

Dahata her du pirtûkên Serok Barzanî wê ji zarokên sêwî re bê bexşandin

PeyamaKurd - Bi fermana Serok Mesûd Barzanî, dahata her du pirtûkên (Ji bo Dîrokê) û (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) dê ji bo zarokên sêwî bê dayîn.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji medya Kurdistanê re agihand, her du pirtûkên Serok Mesûd Barzanî (Ji bo Dîrokê) û (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) niha di pirtûkxaneyên hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de hene û li ber destê xwendekaran in.

Mûsa Ehmed eşkere kir, dahata wan her du pirtûkan bê cudahî dê ji bo zarokên sêwî yên Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Her du pirtûkên Serok Barzanî, bi Erebî, Îngilîzî, Fransî, Farisî, Tirkî û gelek zimanên din hatine wergerandin.

Serok Barzanî di her du pirtûkên xwe de, bi berfirehî behsa tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, rûxandina rejîma Beas, bûyerên piştî sala 2003yan, nivîsandina destûra nû ya Iraqê, hatina rêxistina terorîst a DAIŞê, binpêkirina mafên gelê Kurdistanê li Iraqa nû dike. 

Herwiha ji bilî nivîs û vegotinên Serok Barzanî, di nava wan her du pirtûkan de hejmarek wêne û belge hene ku kar û çalakiyên Serok Barzanî, çalakî û biryarên Serok Barzanî nîşan didin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.