Ji Rêveberiya Rojava û SOHRê bîlançoya êrîşên Tirkiye û çekdaran: 41 mirî, 245 birîndar

Ji Rêveberiya Rojava û SOHRê bîlançoya êrîşên Tirkiye û çekdaran: 41 mirî, 245 birîndar

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşên komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê de ji 8ê Kanûna 2024an ve li Rojavayê Kurdistanê 41 sivîl hatine kuştin û 245 jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku di nav sivîlên ku can dane de rojnamevan û karmendên tenduristiyê jî hene.

Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku komên çekdar û artêşa Tirkiyeyê ji 8ê Kanûnê ve 41 sivîl kuştine û 245 kes jî birîndar kirine. Herwiha hatiye diyarkirin, di nav birîndaran de 7 rojnamevan û 6 karmendên tenduristiyê hene.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser daye xuyakirin, tenê li Bendava Tişrînê 24 sivîl hatine kuştin û 221 sivîl jî birîndar bûne.

Li nehiyeya Sirînê ya Kobaniyê di êrîşa 25ê mehê de 12 kes ku di nav de zarok jî hebûn hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Du roj berê jî li Kobaniyê dronên Tirkiyeyê êrîşî malekê kirin ku 2 mêr hatin kuştin û jinek jî birîndar bû.

Dîsa li navçeya Zirganê û gundên derdora wê jî di êrîşa 25ê mehê de 3 kes ku di nav de zarok jî hebûn hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn ku 4 jê zarok in.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku bîlançoya ji 12ê Kanûna 2024an ve wiha ye: 54 sivîlan canê xwe ji dest daye ku 7 ji wan jin û 4 jî zarok in. 411 çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin. 78 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) can dane.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.