Gabirel Soma: Trump naxwaze mafên Kurdan li Sûriyê bên binpêkirin

Gabirel Soma: Trump naxwaze mafên Kurdan li Sûriyê bên binpêkirin

PeyamaKurd - Endamê Desteya Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê Gabriel Soma ragihand: “Trump têdigihe ku berjewendiyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn hene û hewl dide hêzên Amerîkî li Sûriyeyê bimînin.”

Şêwirmendê Trump diyar kir, “Trump naxwaze mafên Kurdan li Sûriyê bên binpêkirin. Kurd hevalbendên Amerîkayê ne û bi hev re şerê DAIŞê kirine. Hebûna Kurdan jî gelekî girîng e, bi taybetî ji bo parastina ewlehiya girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê.”

Soma ji K24ê re daye xuyakirin: “Serokê Amerîkayê bi başî têdigihe ku berjewendiyên wî welatî li Rojhilata Navîn hene. Zêdetirî 2000 leşkerên Amerîkî li Sûriyê hene û petrola Sûriyeyê di metirsiyê de ye, ji ber ku dibe DAIŞê destê xwe deyne ser û jê re bibe çavkaniya dahata.”

Gabriel Soma got: “Serokê Amerîkayê pêdagiriyê li ser mana hêzên xwe li Sûriyeyê dike. Nêzîkî 12 hezar endamên DAIŞê di zindanên Sûriyeyê de hene. Herwiha zêdetirî 2400 malbatên DAIŞê di kampan de ne.”

Endamê Desteya Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê bal kişand ser ku Amerîka tekezî li ser parastina berjewendiyên xwe li Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn dike.

Herwiha Soma diyar kir: “Trump naxwaze Amerîka roleke mezin di danûstandina ligel hikûmeta niha ya Sûriyeyê de bilîze. Di şûna wê de, ew dixwaze ku rayedarên Sûrî giringiyê bidin welatê xwe û divê desthildarên nû mafên pêkhateyan li welat biparêzin.”

Li ser mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê jî, Soma got: “Di destpêkê de siyasetmedarên Iraqî daxwaza derxistina hêzên Amerîkî ji welatê xwe kirin. Lê niha ev heman siyasetmedar bi xwe jî, banga mayîna hêzên Amerîkî dikin û dibêjin, DAIŞ hîn jî ji bo welat metirsî ye.”

Endamê Desteya Şêwirmendiya Serokê Amerîkayê got: “Pêwendiyên Amerîka bi Herêma Kurdistanê re gelek baş in û Trump karkirina bi Kurdan re bilind dinirxîne.”

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.