Sûriye | Li İdlibê xwepêşandana ‘Em Şerîetê dixwazin’ hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li demeke ku li ser sîstema nû ya Sûriyê ya piştî hilweşîna rejîma Esed nîqaş berdewam dikin de, li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê xwepêşandana li dijî demokrasî û laîktiyê hate lidarxistin û xwepêşanderan daxwaza anîna şerîetê kir.
Di xwepêşandana Îdlibê ya bi dirûşma "Civîna Gelê Îslamê" hat lidarxisbtin de, daxwaza şerîeta Îslamê hate kirin û sîstema laîkî û demokrasiyê hate redkirin.
Di vîdeoyên ku hatine belavkirin de pankartên li ser wan "Kelîmeya Şehadetê" hatiye nivîsandin hebûn û dirûşmên wekî "Allahu Ekber", "Muhammed heta hetayê rêberê me ye" û "Em dê şanaziya dîn vegerînin" qêriyan.
Xwepêşandarek dibêje, "Em 14 sal in tevlî şoreşa Sûriyeyê bûne û bi serkeftinê bi dawî bû. Me dengê daxwaza dewleteke demokratîk û sekuler bihîst lê em dibêjin ku em xwediyê mafê biryardanê ne. Mafê me heye ku em daxwaza dewletekê bikin ku Misilmanan diparêze û alaya yekxwedatiyê li her deverê Sûriyeyê bilind dike. Em ji yên ku banga sekularîzmê dikin re dibêjin vegerin cihê xwe. Hûn van salên borî tunebûn. Em dê biryara paşeroja xwe bidin û ev helwesta me ya dawî ye."
Hêjayî gotinê ye, Idlib bi salan ji aliyê Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) ve hate birêvebirin ku niha serokê wê Mihemed Colanî ango Ehmed Şera bûye Serokê Qonaxa Demkî ya Sûriyê û li ser hikûmeta nû kar dike.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.